Tîrmeh 19, 2018 16:00 Asia/Tehran
  • Ebadî qebûl kir, çekên amerîkî radestî hêzên Pêşmerge bikin

Cîgirê sêkrêtêrê giştî yê Wezareta Hêzên Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku serokwezîrê vî welatî qebûl kirîye ku çekên amerîkî radestî hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bên kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpressê, serleşker Qehreman Şêxkemal ragihand ku Amerîkayê biryara teyarkirina çiqên 3 û 4 ên Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daye û ev alîkarî maşînên leşkerî û çekên pêwîst digirin ber xwe lê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê berî vîya razî nebibû ku wan bidin hêzên Pêşmerge.

Cîgirê sêkrêtêrê giştî yê Wezareta Hêzên Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê bal kişand ser vê yekê ku radestkirina her cure alîkarîya ji derve bo hêzên Pêşmerge hewcedarê rizamendîya Bexdayê ye, dîyar kir ku Ebadî razî bûye ku çekên hanê bidin hêzên Pêşmerge û her du çiqên navbirî yên hêzên Pêşmerge jî bi destê Amerîkayê bên teyarkirinê.

Amerîkayê berî vîya jî 2 çiqên hêzên Pêşmerge teyar kiribûn û di çarçova protokola leşkerî ya digel Wezareta Pêşmerge de her meh pişkeke miaşê hêzên Pêşmerge wek alîkarî dide Wezareta Pêşmerge.