Tîrmeh 19, 2018 08:38 Asia/Tehran
  • Pêgirîya serokomarê Iraqê ser lezandina pêkanîna dewleta nû

Serokomarê Iraqê pêgirî li ser pêkanîna zûtirkê ya dewleta nû ya vî welatî kir.

Fuad Meisûm serokomarê Iraqê şeva buhurî li hevdîtina digel hevalbendîya komên sîyasî bal kişand ser xwenîşandanên vê dawîyê li başûra vî welatî û got: Li gorî van alûgurana pêkanîna dewleta nû pêwîst e.

Pişkdarên vê hevdîtinê pêgirî li ser xwenîşandana aştîyane û mafên gelên Iraqê yên di destûra bingehîn a vî welatî de hatî ji wan raberkirina xizmetguzarîyên guncav ji hêla dewletê va, pêkanîna derfetên karkirinê û çêtirkirina rewşa jîyana welatîyan kirin.

Li vê hevdîtinê her du alîyan piştgirî dan qewareyên sîyasî û pêgirî li ser tivdîrên dewleta Iraqê di warê garantîkirin daxwazên gel, rêzgirtina li destûrê, parastina ewelhîyê, girtina pêşîya ajaweyan, girtina pêşîya xirabkarîyan û parastina milkên giştî û şexsî kirin.

Hevalbendîya komên sîyasî li vê hevdîtina digel serokomarê Iraqê herwiha piştgirî da hêzên ewlehîyê ji bo sekinîna li hemberî kesên têketî û ragihand ku kesên têketî bi dû sûdwergirtina narewa ji xwenîşandana aştîyane ya gelê Iraqê bûn.

Xwenîşandana gelê Iraqê destpêkê li Besrê li başûra vî welatî û bi nîşana nerazîbûna li hemberî pirsgirêka kêmbûna ceryan, av û bêkarîya ciwanan destpê bû û paşê pekîya bajarên din ên başûr û navenda Iraqê.

Bi dû berfirebûna xwenîşandanên gelanî li şarên başûra Iraqê, Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî bi fermaneke heftxalî, pêgirî li ser şopandina lezgîn a daxwaz û pirsgirêkên gelê van bajarana kir.