Tîrmeh 18, 2018 13:32 Asia/Tehran
  • Ebadî ji xelkê Iraqê xwest ku bona nasandina kavilkeran alîkariya dewletê bikin

Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku ewlehiya vî welatî desthata fîdakariya xelkê vî welatî ye .

Li gor rapora televîzyona Al-Alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li press konferansa xwe ya duh sêşemê bal kişande ser viya ku xwenîşander îznê nedin ku hinek ewlehiya welêt têk bidin û got: Dewleta Iraqê bi xwenîşanderan re ye û bona serêxwegirtina heqê qanûnî ya wan dixebite, bi vê şert û mercê ku reftarên fanatîk bêne rawestandin.

Ebadî got: Dewlet bona şopandina xwestekên xwenîşanderan dixebite û hinek ji xwestekên wan jî van rojana têne berçavgirtin.

Ebadî got: Pêwîst e hemû bizanibin ku ewlehî xîm û binyata jiyanê ye.

Ev gotinên Ebadî li bara wan kesan bû ku dixwestin ji xwenîşandana aşitîxwazane ya xelkê Iraqê ser qazanca xwe istifade bikin,

Eva çend roj in li hin deverên başûr û navenda Iraqê bi taybet li bajarê Besrayê xwepêşandan ji ber nebûna îmkan û bêkarî û nebûna xizmetkariyan didomin.

Serokwezîrê Iraqê şemê şev jî ferman derxist bona çareserkirina pirsgirêkên bajarên başûrî yên vî welatî.

Heyder Ebadî herwisa bona çareserkirina krîza xelkê parêzgehên başûrî û navendî yên Iraqê fermanekî 7 xalî derxist.

Fermana heft bendî ya Ebadî di rewşekê de ye ku li Besrayê xwepêşander ketine nav avahiya Encûmena Parêzgeha Kerbelayê.Li Necef jî xwepêşandan berdewam dikin.

Piştî xwepêşandanên li van parêzgehan Serokwezîrê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.