Tîrmeh 12, 2018 11:19 Asia/Tehran
  • Ebadî: Em hejmara leşkerên biyanî yên li Iraqê kêm dikin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ew ê hejmara şêwirmendên leşkerî yên welatên biyanî ên li Iraqê kêm bikin.

Li gor n[\eya Basnews, Heyder Ebadî di civîna heftane de axivî. Ebadî di derbarê hebûna leşkerên biyanî yên li Iraqê de axivî û eşkere kir ku wan berî çend mehan dest bi wê yekê kiriye ku hejmara şêwirmendên leşkerî yên welatên biyanî yên li Iraqê kêm bikin.

Ebadî li ser vê mijarê wiha axivî: “Em hejmara şêwirmendên leşkerî kêm dikin. Ji ber ku Iraq êdî bi awayekî yekser şerê terorîzmê nake. Êdî şer li dijî DAIŞê li Sûriyê berdewam e û şêwirmendên leşkerî yên biyanî bi vê mebestê mane. Di dema operasyona li dijî  DAIŞê de hejmara şêwirmendên leşkerî di asta herî bilind de bû. Piştî ku me li dijî DAIŞê serkeftin bidest xist, me dest bi kêmkirina hejmara şêwirmendên leşkerî kir û yên mayî jî ji ber şerê DAIŞê yê li Sûriyê mane. Armanca me ew e ku li Sûriyê jî DAIŞê têk bibin. Em hewl didin piştgiriya navdewletî ya ji bo ku terororîzma li herêmê bê têkbirin, berdewam bike.