Hezîran 20, 2018 08:43 Asia/Tehran
  • Hişyariya Heşda Şeibî ya Iraqê li dewleta Amerîkayê

Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê li dû êrişa balafirên cengê yên amerîkî ser pêgeha vê hêzê li sînorê Iraq û Sûriyê, li ser dûhatên vê kiryarê hişyarî da Waşîngtonê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Heşda Şeibî ya Iraqê îro li yeklemîn berteka we ya fermî li hember êrişa yekşemiyê bi şev a Amerîkayê ser pêgehên Heşda Şeibî ya Iraqê li navçeya El Bûkemalê li ser sînorê vî welatî bi Sûriyê re, serweriya axa Iraqê cixiza sor da zanîn û ragihand: Ev hêzane li rex hêzên din ên çekdar ên Iraqê û li bin fermandehiya giştî ya hêzên çekdar, di çarçoveya berevaniya ji welêt, wê îzn nedin ku xwînên berxwedan, berevanên heremê û namûsa Iraqê binpê bibin.

Li daxuyaniya Heşda Şeibî, herwiha hatiye ragihandin: Şeva buhurî balafireka cengî ya amerîkî, pêgeha tîpên 45 û 46`an ên vê rêxistinê ku berpirsyariya wê berevaniya ji cixiza sînorî ya bi Sûriyê re ye, dan ber du mûşekan ku di encamê de 22 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Heşda Şeibî, êrişa Amerîkayê, wek tolhildana ji Heşda Şeibî ya Iraqê ji bo paqijkirina El Bûkemal ji hebûna terorîstên DAIŞ`ê û xweşkirina rê ji bo serdestiya dubare ya endamên tekfîrî ser sînorê Iraq û Sûriyê da zanîn û li ser pêkhatina komîteyek ji bo hilkolandina sedem û hûrgîliyên vê êrişê pêgîrî kir.

Hêzên Heşda Şeibî anegorî qanûna ku li Parlimana Iraqê hatiye pejirandin, yek ji hêzên fermî û li bin fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên vî welatî ne.