Hezîran 19, 2018 13:03 Asia/Tehran
  •  Wezareta karên derve ya Iraqê, êrişa hevalbendiya Emerîkayê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Iraqê bi daxûyaniyekê êrişa hevalbendiya navneteweyî bi serkirdetiya Emerîkayê ser meqerên hêzên iraqî û hêzên li dijî DAIŞ`ê şermezar kir.

 Li gorî raghandina Heşda Şebî, piştî êrişa mûşekî ya yekşemiyê şevê ya belfira emerîkî ser meqera tabûrên 45 û 46 ên vê rêxistinê ku erkdariya  berevaniya sînorê bi Sûriyê re dike, 22 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, Wezareta karên derve ya Iraqê, li vê daxûyaniyê operasyona hewayî ya li  dijî DAIŞ`ê li Iraqê, Sûriye an her ciheke din neqanûnî da zanîn û ragahnd: Her cure êrişa ser van têkoşeran li dijî DAIŞ`ê, nîşana piştgiriya ji terorîstan û vegerandina wan bo sehneyê ye.

  Wezareta karên derve ya Iraqê bal kişand ser hewahengiyên berdewam bi vî welatî re bona rawestana li ber terorîstan li Iraqê û destnîşan kir: Hêzên iraqî, artêş, Heşda Şebî, pêşmerge bi nûneratiya cîhanê  û bi piştgiriya  welatên dost li hember koma terorîstî ya DAIŞ`ê radiwestin.

 Heşda Şebî jî duh li yekim berteka xwe ya fermî li hember êrişa yekşemiyê şevê ya Emerîkayê ser meqera hêzên  Heşda Şebî yên Iraqê li navça Bûkemalê li sînorê vî welatî û Sûriyê, hakimiyeta neteweyî ya Iraqê wek hêla sor da zanîn û raghand: Ev hêz li kêleka  hêzên çekdar ên Iraqê û bin fermana  fermandehiya giştî ya hêzên çekdar  li riya berevaniya ji welêt dê nehêlin xwîna  berevanên  welêt were binpêkirin.