Hezîran 14, 2018 11:21 Asia/Tehran
  • Operasiyona Heşda Şeibî ya Iraqê dijî terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê

Bingehên meydanî ji êrişa topxaneyî ya hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê ser pêgehên paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê li navaxa Sûriyê xeber dan.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê,  Piştî ku hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê agehdariyên tam li ser hizûra terorîstan li nav axa Sûriyê li nîzikiya sînorê tev Iraqê hesiyan, li operasiyonekî berfireh êrişî ser van terorîstan kirin ku hatiye ragihandin ji ber vê êrişê gelek ji terorîstan hatine kuştin.

Bingehên nûçan ragihandine li vê êrişa hêzên Heşda Şeibî ser pêgehên terorîstan li nav axa Sûriyê çend terorîst jî birîndar bûne.

Firokên şerî yên Iraqê meha bihurî jî pêgehên terorîstan li navça Hecîn li derûdora El-Bûkemalê li parêzgeha Dêrazaorê li rojhilata Sûriyê kirine hedefa êrişên xwe.

Erkantiya artêşa Iraqê ragihandiye ku hemû êrişên artêşa Iraqê ser pêgehên terorîstan li nav axa Sûriyê bi hevahengiya dewleta Şamê bûye.