May 15, 2018 10:01 Asia/Tehran
  •  Ebadî daxwaza rêzgirtina ji encamên hilbijartinên Iraqê kir

Serokwezîrê Iraqê ji hemî welatî û hevalbendiyên vî welatî wxest ku bila rêzê ji encamên hilbiajrtinên parlemanî yên Iraqê bigrin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya El-Alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê got: Li bara nerazîbûnên têkildarê encamên hilbijartinê divê riyên qanûnî werin şopandinê.

  Ebadî her wiha got ku  ji bo avakirina  dewleta Iraqê ya herî bi hêz  ku bêyî  her cure gendelî û pişkxwaziyê  be , hevkariyê bikin.

Nêzîkî 11 milyon iraqî beşdarê hilbiajrtinên parlemanî yên duh bûn û asta beşdariya iraqiyan li vê hilbiajrtinê sedî 44.5 hatiye raghandin.

 Li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê 320 partiyên siyasî, hevalbendî û lîsteya hilbijartinê hevrikî kirin. Ji nav 6999 berbijaran, dê 329 kes  derbasî parlemana Iraqê bibin.

Komîsyona hilbijartinên Iarqê encamên  hejmartina  dengan li 10 parêzgehên  Babil, Wasit, El-Enbar, Bexda, Diyalê, El-Musena, Qadisiyê, Besre, Zî qar û Kerbelayê raghand ku li gor  wê lîsteya  Fathê ser bi Hadî  Amêrî li 5 parêzgehan û Sairûn ser bi  Muqteda Sedr li 4 parêzgehan li pêş in. Hevalbendiya  El-Nasrê bi serokatiya  Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li pileya din de ye.