Hevdîtina Ebadî û şandiyê Trump ser mijara rawestana li ber terorîzmê
Heyder Ebadî li hevdîtina tev şandiyê Trump ser giringiya kokbirrkirina terorîzmê sekinî.
Li gorî arpora ISNA`yê, û ji zarê malpera kanala Someirye Newsa Iraqê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê tev Bêrt Mekgorg, şandiyê taybet ê serokkomarê Emerîkayê, Endrûpîk alîkarê wezîrê karên derve yê Emerîkayê li karûbarên Îran û Iraqê û Daglas Sîlîman, balyozê Emerîkayê li Iraqê hevdîtin pêk anî û şêwirî.
Li vê hevdîtinê li bara têkiliyên navbera her du welatan, pêşketinên siyasî, ewlehî û aborî, avedankirina Iraqê, rewşa navçê û sekinîna ser kutakirina terorîzmê behs û gotûbêj hatkirin.
Li vê hevdîtinê Heyder Ebadî her wiha ser giringiya hevgrtîkirina Iraqê jibo avedankirina vî welatî, pêkanîna rewşekek balkêş ji bo xebitandina sermayê û ser giringiya pêkanîna aramiyê li navçê û girtina pêşiya pêkhatina nakokiyê û kokbirrkirina terorîzmê gotûbêj hatkirin.
Mekgork jî diyar kir ku niha Iraq riyeke baş girtiye ber xwe. Wî her wiha ser vê mijarê sekinî ku welatê wî piştgiriyê dide Iraqê ji bo avedankirina vî welatî û pêkanîna ewlehiya wê.
Mekgork got ku Emerîka helêwsta Iraqê derheq jinavbirina endamên mayî yên DAIŞ`ê li Sûriyê û biewlehkirina sînorên Iraqê li hember êrişên terorîstî pesend dike.