Ebadî ser giringiya avedankirina Iraqê sekinî
Serokwezîrê Iraqê raghand: Em bereberê qonaxa nû piştî derbaskirina qonaxa bi talûke ya azadkirina erdên welêt ji lepên DAIŞê de ne û em ê li riya avedankirina Iraqê bimeşin.
Li gorî rapora Mêhr Newsê û ji zarê Someriye Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê raghand: Iraqê DAIŞ işkest da û tişta ku me kir mîna mucizeyê bû û em ê li riya avedankirina Iraqê bimeşin.
Wî got: Projeyên ku cih tên viyana iraqiyan ji bo pêşketinê nîşan didin.Em bereberê qonax û serketina nû piştî derbaskirina qonaxa bi talûke ya azadkirina erdên welêt ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê de ne.
Ebadî ser giringiya parastina serketina ji riya avedankirinê û yekitiya Iraqê û cihanîna projeyên giring û pêkanîna derfetên kar û şuxilan û piştgiriya ji beşa nedewletî teqez kir û got: Erka dewletê pêkanîna rewşa pêdivî ji bo beşa nedewletî ye û em ê li vê riyê bimeşin.