Êrişa mirovên çekdar ser tîma parêzvanên serokwezîrê Iraqê
Adar 14, 2018 11:46 Asia/Tehran
Medya Iraqê ji êrişa mirovên çekdar ser tîma parêzvanên serokwezîrê vî welatî li bajarê Samerayê yê bakura Bexdayê xeber da.
Kanala televîziyona El-Îticah ragihand: Mirovên çekdar duh berêvarê li rojavayê bajarê Samerayê êrişî ser tîma ewlehî û îstixbaratê ya serokwezîr Ebadî kirin.
Di encama vê êrişê û gullereşandinê de serheng Şerîf Îsmayîl fermandarê hêza 57 ya Iraqê li posta lêgerînê ya El-Hewîş a rojavaya Samerayê hate kuştin û çend hêzên din ên Iraqê jî birîndar bûn.
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku qayid û qirarên qedexetiya hatûçûnê li Samerayê pêk hatiye û dewleta Iraqê, erkantiya operasiyonê ya Samerayê û wezareta karên hundir ya Iraqê li vê barê de hîn ti tişt negotine.