Adar 11, 2018 21:29 Asia/Tehran
  •  Bi dehan endamên PKK li encama operasyona hêzên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê hatin kuştin

Li encama operasyona hêzên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê, 18 endamên PKK hatin kuştin.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya TRT a Tirkiyê, hêzên atêşa vî welatî, kesên hanê li bajarên  Amed û Mêrdînê û bakurê Iraqê li çend operasyonên  ku ji 2 heya 9 Adarê cih hatin , kuştin.

 

 Li encama vê operasyonê her wiha hejmarek ji endamên pilebilind  ên PKK jî hatin kuştin û xêncî wê, 21 sitargeh û meqerên  vê komên hatin têk birin.

 Hêzên artêşa Tirkiyê her wiha li vê operasyonê, dijî hewayiyek, 17 tifing, 35 narincok û hinek teqemenî keşfkirin û zewt kirin.

 Pêvajoya aşitiyê ji bo çareserkirina  mesela kurdan li Tirkiyê ku Kanûna 2012`an  destpê bibû piştî teqîna  Tîrmeha 2015`an  li bajarê Sûrûçê li vî welatî hat rawestandin û piştî wê artêşa Tirkiyê û PKK êrişa ser meqerên hev destpê kirin.