Emar Hekîm ji ber bûyera ketina balefira ATRê peyama sersaxiyê şand
Setyd Emar Hekîm li peyamekê ji ber ketina balefira ATRê peyama sersaxiyê bo dewlet û gelê Îranê şand û ji bo malbata cangoriyan hêviya sebrê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Seyd Emar Hekîm serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê û serokê tevgera Himeya neteweyî li peyamekê ji ber bûyera ketina balefira ATRê peyama sersaxiyê şand.
Li vê peyamê hatiye: Mixabin em pê hesiyan ku balefireke rêwîshilgir a Îranê hilgirê 66 lêniştiyan li başûrê bajarê Îsfehanê ketiye.
Ez ji dil û can ji ber vê meselê sersaxiyê didime rêberê Inqilaba Îslamî hezretê ayetullah Îmam Xamineyî, dewleta û gelê Komara Îslamî ya Îarnê û malbatên cangoriyan û ji xwedê Teala ji bo cangoriyan û sebr û aramiyê ji bomalbata wan dixwezim.
Ev balafira saet 7:55 vê sibê ji balafirgeha Mêhrabada Têhranê rabû û ber bi Yasûcê va bi rê ket.
60 rêwî û 6 personel li vê balafirê bûn ku hela agahîyeke deqîq li bara çarenûsa wan bi dest neketîye lê berpirsên orjansê ragihandin ku rêwî û pêrsonêl gişkan di encama bûyerê de canê xwe ji dest da.