Fuad Mesûm: Rola Îranê li Iraqê sedema asayêşê ye
Serokomarê Iraqê destnîşan kir: Rola Îranê li Iraqê, roleka asayêşkir û bona pêkanîna aramiya li vî welatî bûye.
Li gorî rapora IRNA`yê, serokomarê Iraqê îro piştî hevdîtina tev Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqlaba Îslamî li karûbarên navneteweyî li Bexdayê di nav koma nûegîhanan got: Em ê ti carî alîkariyên bi nirx û mirovhezane yên Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê li şerê li hember koma terorîstî ya DAIŞê ji bîr nekin.
Wî destnîşan kir: Peywendiyên navbera Îran û Iraqê, peywendiyên dîrokî bûne û roj bi rojê jî ev têkilî li halê pêşketin û berfirehbûnê ne.
Serokkomarê Iraqê li bersiva nûçegîhanê IRNA`yê li bara nirxandina wî li bara sefera sê rojî ya Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqlaba Îslamî li karûbarên navneteweyî bo Bexdayê jî got: Em sefera birêz Dr. Wilayetî erênî dinirxînin.
Wî li bara mijarên gotûbêja di navbera xwe û Wilayetî de jî got: Li hevdîtina îro me li bara gelek meselên li gor elaqeta di aliyan gotûbêj kir û me t pirsgirêkek bi hev re tine û tenê têgihêtinên me ferq dikin ku li vê barê jî emê gotûbêjê bikin ku ser qezanca her du aliyan e.
Mesûm her wiha destnîaşn kir: Xwesta rayedarên van du welatana berfirehkirina têkiliyên navbera her du welatan e.
Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqlaba Îslamî li karûbarên navneteweyî jî got: Li gotûbêjên îro, serokkomarê Iraaê daxwaza rola kêrhatî ya Komara Îslamî ya Îranê li pêkanîan peywendiyê navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Elî Ekber Wilayetî her wiha diyar kir: Bêşik Komara Îslamî ya Îranê daxawaz xurtbûna hîn zêdetir a yekperçetiya erdê Iraqê dike. Li a lûgorên vê dawiyê ku dijminên Iraqê dixwestin Kurditana Iraqê ji vî welatî cida bikin, Fuad Mesûm roleka pir giring li parastina yekperçetiya Iraqê lîst.
Wî hêvî kir ku birayên kurd li kêleka birayên ereb ên xwe li Iraqê jibo yekitiya vî welatî bixebitin û komplyên dijminan bêencam bikin:
Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqlaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, her wiha got: îro Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê hemen rola ku rehmetiyê Celal Talibanî li peywendiyên stratejîk navbera du welatên Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê hebû, dilîze.
Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqlaba Îslamî li karûbarên navneteweyî ji bo beşadriya li ragahndina damezrandina , Civata Iraqî ji bo Yekitiya Îslamî ku duh şemiyê li Bexdayê hat li darxistin û her wiha hevdîtina bi rayedar û rêberên siyasî yên Iraqê û gotûbêja li bara alûgurên navçê û jordebirina asta têkiluiyên dualî sefera Bexdayê kiriye.