Sibat 12, 2018 16:26 Asia/Tehran
  •  Wezareta karên hundir a Iraqê: Ebûbekir Bexdadî bi giranî birîndar bûye

Wezareta karên hundir a Iraqê raghand: Li gorî lêzanînan, Ebûbekr Bexdadî bi giranî birîndar bûye û hitmala mirina wî pir zêde ye.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya El-Alamê, Ebûelî El-Beserî serokê Yekîna  Heloyan û rêveberê giştî yê beşa lêzanînê û rawestana  li ber terorîzmê li Wezareta karên hundir  a Iraqê raghand: Îbrahîm Elî El-Samerayî navdêr bi  Ebûbekir Bexdadî serkirdeyê DAIŞ`ê vê dawiyê piştî giranbûna  rewşa wî  ya fîzîkî hatiye rakirin bo nexweşxana  DAIŞ`ê li navça El-Cezîrê Sûriyê.

Serokê Yekîna Heloyan i Wezareta karên hundir a Iraqê her wiha diyar kir: Rewşa serkirdeyê DAIŞ`ê ji ber birînên  wî xirab e û nikare bimeşe. Wî her wiha diyar kir: Ev terorîsta niha di navça El-Cezîra Sûriyê de ye û penaha xwe nebiriye ciheke din.

 Pêştir, çavkaniyên  îstixbaratî yên Iraqê li bara revîna  Ebûbekir Bexdadî serkirdeyê DAIŞ`ê ji bajarê Raweyê li rojava  Enbarê bo Dêrazorê li Sûriyê agahî dabû.