Sibat 11, 2018 20:57 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Wezîra berevaniya Alman tev hevtayê xwe yê iraqî li Bexdayê

Wezîra berevaniya Alman îro yekşemê li Bexdayê tev wezîrê berevaniya Iraqê li bara babetên navbera du welatan û meselên girînge navnetewî gotûbêj kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Ruters`ê, Ursula von der Leyen wezîra berevaniya Alman li hevdîtina xwe ya îro yekşemê li hevdîtina tev Îrfan El-Heyalî wezîrê berevaniya Iraqê li Bexdayê serketinên artêşa Iraqê li hemberî terorîstên DAIŞ`ê pîrozbahî gote hemû gelê Iraqê.

Ji sala 2014 hetaniha dewleta Alman li çarçîva piştevaniya ji ewlehiya Iraqê zêde ji milyardek Yoro alîkariyên mirovdostane daye Bexdayê.

Alman yek ji welatên herî mezine piştevanê Iraqê ye.

Parlemana Alman hefta bihurî pejirand ku memûriyeta grûpên eskerî yên vî welatî bo bakûra Iraqê dirêj bibe û qirare ku 150 eskerên Alman heta kutahiya sala 2018 li vê navçê bimînin.