Çile 21, 2018 17:01 Asia/Tehran
  • Pûçkirina opêrasyona DAIŞ`ê li deverên curbicur ên Iraqê

Wezareta karên hundur a Iraqê ragihand ku herîkêm 25 opêrasyonên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Bexdayê û parêzgehên başûra vî welarî hatine pûçkirin.

Li gorî rapora rojnama Al Sebah a Iraqê, Ebû Elî Besrî rêvebirê giştî yê çiqa lêzanînan û têkoşîna li hemberî têrorîzmê ya wezareta karên hundur a Iraqê got ku opêrasyona dijî têrorîstên DAIŞ`ê mideha du rojên vê dawîyê de bi hevdengî û piştevanîya balafirên cengê hatîye lidarxistin.

Ebû Elî Besrî herwisan got ku nêzî 20 têrorîstên mayî yên DAIŞ`ê li parêzgehên başûra Iraqê ketin ber êrişa hêzên ewlehîya Iraqê û hatin kuştin.

Li gorî gotina Ebû Elî Besrî ew têrorîstên DAIŞ`ê li nêzîkî sînorê Iraq û Sûrîyê bûne armanc.

Rêvebirê giştî yê çiqa lêzanînan û têkoşîna li hemberî têrorîzmê ya wezareta karên hundur a Iraqê herwisan got: Hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê yên Iraqê karîn hejmarek endamên DAIŞ`ê ku dil hebûn opêrasyona teqandinê pêk bînin li parêzgeha Dîyalê li rojhilata Iraqê bigirin.