Malikî: Paşdaxistina hilbijartinan, dê Iraqê tûşî qeyrana sîyasî bike
Nûrî Malikî alîkarê yekem ê serokomarê Iraqê paşdaxistina hilbijartinên parlimana vî welatî sedema ketina vî welatî nav qeyraneke sîyasî zanî û xwest ku hemî komên sîyasî ji bo lidarxistina wan di dema kifşkirî de hevdeng bibin.
Li gorî rapora malpera Somerye News`ê, Nûrî Malikî alîkarê yekem ê serokomarê Iraqê li daxûyanîyekê têkildarî ``plan û projên bîyanîyan ji bo jinavbirina civaka Iraqê û birêxistina gendelîyê tê da`` hişyarî da û got: Iraq li ber qonaxeke sîyasî ya bitehluke ango hilbijartinên parlimanê ye ku bi wateya destpêkek ji bo demajoya sîyasî û nîşana vîyana gel e.
Malikî li dewama daxûyanîya xwe ji hemî iraqîyan xwest ku li vî karê sîyasî û hilbijartinan pişkdarîyê bikin û alîkarîyê bidin serketina dêmokirasîyê û lidarxistina hilbijartinan di dema kifşkirî de û hewildanên ji bo paşdaxistina wan bê encam bikin.
Parlimana Iraqê ji ber nakokîya sîyasî heta niha çend caran civîna kifşkirina dema lidarxistina hilbijartinan paşda xistîye.
Kabîna Iraqê berî vîya 12`ê Gulana îsal wek roja lidarxistina hilbijartinên parlimanê kifş kiribû lê hin alî dixwazin ku ew bên paşdaxistinê û demek din were kifşkirin.