Çile 20, 2018 21:04 Asia/Tehran
  • Li hevdîtina digel Barzanî, Pêgirîya Ebadî ser serdestîya tam a Bexdayê li Herêma Kurdistana Iraqê

Nivîsengeha Serokwezîrê Iraqê piştî civîna îro ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistana vî welatî Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ebadî teqezî li ser yekperçeyiya axa Iraqê kiriye.

Nivîsengeha Serokwezîrê Iraqê piştî civîna îro ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniyê de hat gotin, "Ebadî teqezî li ser yekperçeyiya axa Iraqê kiriye û amaje bi girîngiya vegerandin û karkirina dezgehên federal li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li ser deriyên sînor û balafirgehan kirîye."

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: "Ebadî careke din teqezî li ser vê helwesta Bexdayê kiriye ku divê sînorên navnetewî din kontrola dewleta fêdêral de bin û gotiye derxistina petrol û şandina wê ji bo derveyî welat divê bi destê hikûmeta federal a lraqê û bi rêya şîrketa Somo`yê  be."

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ebadî bal kişandiye ser karê lîjneyên taybet ên ji bo encamdana hûrgiliyên mûçeyên karmendên herêmê û karê lîjneyên taybet ên vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê, ku balafirgeh werin vekirin.