Parlemantereka Iraqî li bara hewldana Emerîkayê ji bo mudaxila li hilbijartinên pêşerojê hişyarî da
Endama parlemana Iraqê hişyarî da ku balyozxana Emerîkayê jibo mudaxila li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê li meha Gulanê, 6 şêwirmendên emerîkî bi mehna alîkariya bo komîsyaryayê bilind ê hilbijartinên Iraqê tîne vî welatî.
Li gorî rapora IRIB Newsê, û ji zarê Someriye Newsê, Ewatif Neme parlimantera hevalbendîya dewleta Qanûnê ya Iraqê, li parlemana vî welatî, roja îniyê li daxûyaniyekê bal kişand ser fukara xelkê Iraqê li bara mudaxila biyanian heta komên ser bi NY li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê û raghand: Balyozxana Emerîkayê li Bexdayê dixweze ku rewşa guherîna encamên hilbijartina parlemanî ser qezanca xwe pêk bîne.
Li daxûyaniya Ewatif Neqme hatiye: Îdiayên Emerîkayê li bara vê yekê ku 6 mioşêwir ji bo alîkariya bo komîta hilbiajrtinên Iraqê dê werin şandin bo vî welatî û tenê bi armanca xweşkirina rewşê bo muxaila li hilbijartinê û destêwerdana endcamên wê cih tê.
Vê parlimantera iraqî destnîşankir: Mudaxila mişêwirên emerîkî li hilbijartinên Iraqê dê bibe sedem li hember rewatî û saxlembûna vê hilbijartinê astengî derkevin û loma dewleta Iraqê divê eşkere dijberiya xwe li hember her cure mudaxila biyaniyan li xebata komîta bilind a hilbijartina Iraqê raghîne.
Biryar e ku hilbijartinên parlimana Iraqê di 12`ê Gulana tê de li 18 deverên hilbijartinê ji wan li deverên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî werin lidarxistin lê hin alîyên sîyasî li Iraqê hewil didin bi hecetên curbicur, hilbijartinên parlimanî û konseyên parêzgehan paşda bixin.