Çile 14, 2018 16:26 Asia/Tehran
  • Rexneya Nûrî Malikî ji hewildanên ji bo paşdaxistina hilbijartina parlemanî li Iraqê

Serokê hevalbendiya dewleta qanûnê bilî rexneyên ku têne kirin ta ku hilbijartina parlemanî li Iraqê paşda bikevin ragihand ku pêwîste hilbijartin li dem û gava kifşbûyî birê keve.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Nûrî Malikî serokê hevalbendiya dewleta qanûn îro yekşemê ragihand; Pêwîste hilbijartina parlemanî ya Iraqê hema ser wexta kifşbûyî yanî 12 gulana sala 2018 gor qanûna bingehîn birê keve.

Pêştir nivîsgeha Nûrî Malikî nûçeyên belavbûyî li ser pêkanîna dewleta awarte, derew daye zanîn.

Partiya El-Dewe ya Iraqê jî ragihandiye li vê hilbijartinê li çarçîva hevalbendiyên cuda cuda dê pişkdariyê bike.

Heyder Ebadî û Nûrî Malî ku her du endamên El-Dewe bûne , her kîjan biryar girtine lîstên xwe yên cuda cuda ragehînin.