Bi dehan gund li Iraqê ji hebûna DAIŞ`ê hatin paqijkirin
Fermandeyê operasyona paqijkirina navçeyên El Firat û El Cizîre yên Iraqê, got: Hêzên çekdar ên vî welatî 77 gund û balafirgeha Cenîfê li başûrê navçeya El Hezerê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê azad kirin.
Li gorî rapora kanala têlêvîzyonî ya AL ALAM`ê, Ebdulemîr Reşîd Yarelah, fermandeyê operasyona paqijkirina navçeyên El Firat û El Cizîre yên Iraqê, roja pêncşemiyê herwiha got: Li vê operasyonê, artêş, Heşda Şebî û polîsê fêdêral ê Iraqê bi piştevaniya hêza hewayî ya artêşê beşdar bûn û pênc hezar û 800 kîlometreyên çarkunc ên ku DAIŞ`ê dagîr kiribûn, paqij kirin.
Operasyona paqijkirina navçeyên El Firat û El Cizîre yên Iraqê, navçeyên di navbera sê parêzgehên Selahedî, Neynewa li bakûr û El Enbarê li rojavaya Iraqê digire ber xwe.
Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê, çavkaniyên nûçeyan ragihandin: Hêzên artêşa Iraqê serkirdeyekî terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê girtin.