Mijdar 23, 2017 15:42 Asia/Tehran
  • Bexdayê şertên diyalogê bi Hewlêrê re eşkere kirin

Piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mercên xwe ji bo destpêkirina diyalogan bi Herêma Kurdistanê re eşkere kirin.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê, Seid Hedîsî, da xuyakirin dadgehê nerînên derbarê yasayîbûn yan jî neyasayîbûna giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê yekalî kirine û ew hilweşandiye.

Seid Hedîsî anî zimên ew niha li benda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ku di bin siya destûrê de dest bi diyalogê bikin û divê pabendî biryaran û yekîtiya Iraqê bin bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê, tekez kir pêkanîna diyalogê girêdayî bi rêzgirtina destûrê, rêzgirtin ji biryarên Dadgeha Federal, pêngavên hevbeş li ser mijara petrol û ewlehiyê û sepandina desthilata federalî ye.

Hedîsî tekez dike ew xal dibine bingeha avakirina baweriyê bi destpêkirina diyaloga bihêz.