Mijdar 22, 2017 12:57 Asia/Tehran
  • Kêfxweşîya Komeleya Alimên Dînî ya Iraqê ji ber nameya serdar Silêmanî

Komela Alimên Dînî ya Iraqê ji ber nameya fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê ya têkildarî serketina li hemberî şecereya xebîse ya DAIŞ`ê kêfxweşîya xwe dîyar kir.

Serdar serleşker Qasim Silêmanî duh danê sibê li nameyekê ji bo rêberê giranqedir ê inqilabê, bidawîhatina serdestîya şecereya xebîse ya DAIŞ`ê ragihand û ev serketina mezin li hezretê ayetulah Xaminêyî û cîhana islamê pîroz kir.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, nivîsgeha Komeleya Alimên Dînî ya Iraqê têkildarî ragihandina serketina tam li hemberî DAIŞ`ê li warên islamî ji hêla serdar Qasim Silêmanî ve ragihand: Heke fidakarîya hêzên Artêş, Polîs, Heşdi Şeibî, eşîr û çîn û qatên curbicur ên Iraqê û herwiha fitwaya Ayetulah Sîstanî merceyê dînî û piştgirîya berdewam a rêberê giranqedir ê inqilaba islamî û berpirs  ûgelê Îranê nebana, serketina li hemberî DAIŞ`ê bi dest nediket.

Komeleya Alimên Dînî ya Iraqê qedrê serdar Silêmanî û hemî fermande û berpirsên iraqî û sûrî û wan kesan girt ku rol li vê serkerinê hebûne û ragihand: Birayên me li Sûrîyê jî divê ji ber serketinan, şehîd û berpirsên xwe û kûratîya peywendîya resen a di navbera her du gelên Iraq û Sûrîyê ku li hemberî şeytîn bûn yek, şanazîyê bikin.

Bajarê Bûkemalê meqera herî dawîyê ya DAIŞ`ê li sînorê Sûrîye û Iraqê roja yekşem 19`ê Mijdarê tam ket destê hêzên artêşa Sûrîyê û Berxwedanê. Rola Artêşa Sûrîyê, Mêhwera Berxwedanê û piştgirîyên bibandor ên Komara Islamî ya Îranê, bûn sebeb ku koma têrorîst a DAIŞ`ê li Sûrîyê ji nav here.