Mijdar 16, 2017 17:49 Asia/Tehran
  • Serokê Ofîsa Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê li Îranê: ``Jinavbirina ramana DAIŞ`î Pêwîst e``

Serokê Ofîsa Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê li Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku jinavbirina ramana DAIŞ`î pêwîst e, got: ``Zanyar û alim dikarin roleka girîng di vî warî da bilîzin``.

Serokê Ofîsa Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê li Îranê, Macid Xemas roja Pêncşemiyê li hevpeyivîna bi Mehr News`ê ra bal kişande ser serketinnê artêş û gelê Iraqê li warê têkoşîna dijî têrorîsmê û got: ``Iraqîyan bi têkbirina DAIŞ`ê nîşan dan ku li navçeyê xwedana gotinê ne``.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014an bi piştevaniya malî û çekdarî ya Amerîkayê û hevpeymanên rojavayî û navçeyî yên vî welatî ji wan Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa li ser Iraqê, beşin ji bakur û rojavaya vî welatî dagir kriin. Ji wê demê heta niha artêşa Iraqê bi piştevaniya hêzên seferberiya gelanî nasyar bi Heşdê Şeibî û alîkariya misteşarî ya Îranê pirraniya van deveran ji bin dagirkerî  û kontrola DAIŞ`ê azad kirine û di pratîkê da, dawî li vê koma têrorîst li Iraqê anîne.

Serokê Ofîsa Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê li Îranê her wiha `Lidarxistinan Giştpirsîna neqanûnî ya Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê` wek `Pîlama Israîlê` da zanîn û destnîşan kir ku `Rêjîma Siyonîst li dû parçekirina Iraq û navçeyê ye`.

Macid Xemas her wiha got: ``Israîl bi parçekirina welatên navçeyê li dû zêdekirina hêza xwe ye``.

Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî hebûna dijayetiyên cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê, roja 25`ê Îlona 2017an li ser israr û pêgiriya serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî, hat lidarxistinê. Ev karê Barzanî binpêkriina Qanûna Bingehîn a Iraqê bû.