Cotmeh 16, 2017 19:33 Asia/Tehran
  • Fermana Ebadî ji bo daliqandina alaya Iraqê li Kerkûkê

Serokwezîrê Iraqê ferman da ku alaya vî welatî li Kerkûkê bê daliqandin.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li daxûyanîyekê ragihand: Alaya netewî ya vî welatî divê li banê sazî û dezgehên delwetê li parêzgeha Kerkûkê û deverên din ên nakokbar û di bin kontrola kurdan de bê bilindkirin.

Hêzên iraqî îro li dewama pêşdeçûna xwe derbasî bajarê Kerkûkê bûn.

Berpirsekî pilebilind ê wezareta nifta Iraqê jî ragihand ku hêzên iraqî yê pêşerojeke nêzîk de hemî meydanên niftê yên parêzgeha Kerkûkê bêxin bin kontrola xwe û sûdwergirtina wan meydanan di pêşerojeke gellekî nêzîk de yê destpê bibe.

Ew bîrên niftê ji dema êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê di Hezîrana sala 2014`an ve ji destê hêzên iraqî derketibûn û piştî ku derbên giran li vê komê ketin, hêzên Pêşmerge ew xistin bin kontrola xwe.

Çavkanîyên nûçan ên Iraqê herwiha ragihandin ku partîyên kurdan nivîsgeh û navendên xwe li bajarê Mendelîyê li rojhilata parêzgeha Dîyalê li rojhilata Iraqê vala kirine.