Destpêbûna qonaxa didiyan a operasyona azadkirina Huweyca Iraqê
Çavkaniyên ser bi Heşda Şebî ya Iraqê li bara destpêbûna qonaxa dudiyan a operasyona azadkirina Huweycê li başûrê rojava Kerkûkê li bakurê vî welatî ji lepên terorîstên tekfîrî yên DAIŞê agahî da.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, Heşda Şebî li daxûyaniyekê raghand ku hêzên Heşda Şebî û hêzên ewlhiyê yên Iarqê vê sibê qonaxa dudiyan a operasyona azadkirina navçên rojava Huweycê jibo paqijkirina navçên mayî di destê DAIŞ`ê li navça Zapê li rojava Huweycê destpê kirin.
Ebdulemîr Reşîd Yarellah roja pênşemiyê li bara azadkirina 20 gundan li Huweycê ji lepên terorîstên DAIŞê agahî da û raghand ku hêzên iraqî qonaxa ewil a operasyona azadkirina Huweycê serketî bi dawî anîn.
Di eynî demê de roja pênşemiyê hêzên iraqî navça Anahê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê tam ji lepên DAIŞê azad kirin û ala Iraqê ser avahiyên wê bilind kirin. Pêştir jî navça Reyhaniyê li vê parêzgehê ji lepên tekfîriyan hatibû azadkirin.