Bombek li bajarê Mûsila Iraqê hat teqandin
Îlon 18, 2017 07:37 Asia/Tehran
Heşt welatiyên asayî ji ber teqîna bombekê li rojavaya Mûsilê li bakurê Iraqê hatin kuştin.
Li gorî rapora IRNA`yê, duh anku Yekşemiyê ji ber teqîna bombekê li nêzkî dibistanekê li gundekî rojavaya bajarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê, heşt kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Hejmareke kuştiyan jin û zarok in.