Tekezkirina Emar Hekîm ser pêwîstiya paqijkirina tam a Hewîcê ji lepên DAIŞ`ê
Serokê hevalbendiya neteweyî ya Iraqê li hevdîtina tev serokkomarê vî welatî ser pêwîstiya paqijkirina tam a bajarê Hewîcê li başûrê rojava parêzgeha Kerkûkê ji lepê terorîstên DAIŞê tekez kir.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr Newsê, seyd Emar Hekîm serokê hevelbandiya neteweyî ya Iraqê li hevdîtina tev Fuad Mesûm serokkomarê vî welatî bal kişand ser amadetiya hêzên iraqî jibo destpêbûna operasyona azadkirina Hewîcê û got: Azadkirina navçên mayên di kontrola DAIŞ`ê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê jî pêdivî ye.
Piştî operasyona azadkirina bajarê Teleferê li rojava parêzgeha Neynewayê, hêzên iraqî niha jibo operasyona azadkirina navçên din ji wan bajarê Hewîcê amade dibin.
Emar Hekîm duh jî tev Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê hevdîtin pêk anî û her du alî li bara alugurên ewlehiyê û siyasî yên Iraqê alugurên vê dawiyê yên navçêgiringiya hevkarî û peywendiya navbera komên iraqî jibo bidestxistina nihêrînên hevpar li gor alugurên qonaxa nû gotûbêj kirin.