Jinên iraqî li bajarên dagîrbûyî ketine ber binpêkirina mafên mirovan
Taxima Alîkarîgihandinê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê û nivîsgeha Mafên Mirovan a vê rêxistinê, bi weşandina raporeka hevpar, ragihandin jin û keçikên iraqî ku li bajarên li bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê dijîn, ketine ber binpêkirina mafên mirovan.
Li gorî rapora IRNA`yê, li rapora roja sêşemiyê ya van du saziyên navneteweyî ku li gorî şehedî û gotinên kesên rizgarbûyî ji destê DAIŞ`ê amade bûye, hatiye ragihandin: Birînên ji ber kiryarên DAIŞ`ê nayên wesifkirin û eger jinên gorî bixwezin jiyana xwe û zarokên xwe vejinîn, hewcedarê piştgîriya ji hêla dadweriyê û cebirîna derbeyên xwe ne.
Koma terorîst a DAIŞ`ê ku sala 2014`an hin pişkên ji bakûr û rojavaya Iraqê dagîr kiribû, jin û keçikên iraqî yên ji qewm û olên curbicur diazirandin û ew kiribûn koleyên xwe yên cinsî û wan li bazaran difrotin.
Piştî azadkirina bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê, nûçeyên li ser dîlgirtina keçik û jinan û firotina wan ji aliyê DAIŞ`ê ve zêde bûne.