Li bereberê operasiyona hêzên iraqî, welatiyên sivîl ji Tileferê derketin
Li bereberê opersiyona artêşa Iraqê ji bo azadkirna bajarê stratejîk ê Tileferê ji dawîn bajarên bin dagirkeriya terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Nêynewayê, li gorî raporên ku hatine wergirtin, welatiyên sivîl ji vî bajarî û navçeyên derdorê derdikevin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, fermandeyên artêşa Iraqê roja şemiyê ragiahndin ku derdora 1500 welatiyên sivîl di sê rojên buhurî da ji navçeyên navendî û derdora Tile ferê derketibe û li kamp û sitargehên derdora Mûsilê bi cih bûne.
Ji heftiya buhurî va hêzên çekdar ên Iraqê xwe ji bo çûyîna ji Mûsilê bo Tileferê amade dikin. Hêzên mîlîtan ên şîe û gelanî jî li derdora firokexana başûrê bajarê Tileferê bi cih bûne.
Li gorî raporan, derdora 150 kes ji welatiyên asayî ji Tileferê derketine û xwe gihandine hêzên dewletê.
Li vî halî kanala têlêvîziyoniya Al-Alamê ji zarê rayedarên iraqî ragiahnd ku serkerdeyekî DAIŞ`ê roja şemiyê li navenda bajarê Tileferê ji ber kemînekê hat kuştinê.
Li vê bûyerê du çeteyên din ên vê komê jî birîndar bûn.
Piştî azadkirina bajarê styratijîk ê Mûsilê, navenda parêzgeha Nêynewayê, hêzên iraqî xwe ji bo azadkirina Tileferê amade dikin.
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roaj 26`ê Tîrmeha 2017`an soz da ku hêzên vî welatî dê bi heman vîn û moralê ku DAIŞ`ê ji Mûsilê derxistin, bajarê Til Eferê jî ji bin dagirkeriya vê komê azad bikin.