Hevdîtina alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê tev Fuad Mesûm li Bexdayê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa welatên erebî û Efrîqayê tev serokkomarê Iraqê li Bexdayê hevdîtin pêk anî û li bara peywendiyên dualî û alugurên navçeyî gotûbêj kir.
Huseyn Cabêriyê -Ensarî, alîkarê wezîrê derve yê Îranê, roja yekşemiyê li bara hevdîtina xwe tev Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li gotûbêja bi IRNAyê re got: Li vê hevdîtinê li bara mijarên herî giring ên navçê û cîhanê, gotûbêj kirin û peyama pîrozbayiyê ya Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya serketinên vê dawiyê yên Iraqê li hember grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û azadiya Mûsilê ji Fuad Mesûm re hat ragihandin.
Cabêriyê- Ensarî her wiha got: Berfirehkirina peywendiyên Îran û Iraqê li warên curbicur bi taybet di warê aboriyê de û pêwîstiya hevgirtin û yekitiya neteweyî ya Iraqê bereberê hilbijartinên parlemanî yên vî welatî ji mêhwerên din ên gotûbêja tev Fuad Mesûm bûn.
Alîkarê wezîrê derve yê Îranê got: Raporek li ser lidarxistina komîta hevpar a siyasî ya Îran û Iraqê û her wiha civîna komîta hiqûqî û teknîkî ya sînorî jibo şopandina cihanîna peymana 1975`an a Cezayirê raberî Fuad Mesûm hat kirin.
Huseyn Cabêriyê- Ensarî, alîkarê wezîrê derve yê Îranê, her wiha destnîşan kir: Serokkomarê Iraqê vexwendiye ku li merasima sondxwarinê ya serokê Komara Îslamî ya Îranê li 5 Tebaxa 2017`an beşdariyê bike.