Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê giheşte Bexdayê
Hisên Cabêrîyê-Ensarî alîkarê karên welatên ereb û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê îro danê êvarê jibo hevdîtin û gotpbêja ligel berpirsên iraqî giheşte Bexdaya paytexta Iraqê.
Alîkarê karên welatên ereb û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê li balafirgeha Bexdayê ji hêla Îrec Mescêdî sefîrê Îranê li Bexdayê û hin berpirsên wezareta karên derve ya Iraqê ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e ku Cabêrîyê-Ensarî li Bexdayê bi hejmarek berpirsên iraqî re li bara berfirekirina peywendîyên dualî û hilkolandina alûgurên navçê û cîhanê gotûbêjê bike.
Hisên Cabêrîyê-Ensarî alîkarê karên welatên ereb û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê berî ku seredana Bexdayê bike, jibo pişkdarîya li pêncemîn civîna komîteya hevpar a sîyasî ya Îran û Sûrîyê û hilkolandina alûgurên herîdawîyê yên navçê û hevkarîyên dualî seredana Şamê kiribû.