May 27, 2017 17:10 Asia/Tehran
  • Kuştina 47 têrorîstan li Nêynewa û Al Anbarê

Çavkanîyên ewlehîyê yên Iraqê ragihandin ku 47 têrorîst li parêzgehên Nêynewa û Al Anbar ên Iraqê hatin kuştinê û balafireke bêfirokevan a koma têrorîst a DAIŞ`ê jî li parêzgeha Dîyalê hat jordaxistinê.

Sadiq Hisêynî yek ji fermandarên hêzên iraqî got: Yekîneya 110 a hêzên Heşdi Şeibî karî balafireke bêfirokevan a DAIŞ`ê li girikên Hemrînê li derdora nahîya Seidê jorda bixe.

Dayra ragihandina şêrr a Iraqê jî bi daxûyanîyekê ragihandin ku di encama êrişeke hewayî li rojavaya Mûsilê da 47 têrorîst hatin kuştinê û 4 maşînên wan jî hatin têkbirin.

Di daxûyanîyê da hatîye: Hêza hewyî ya Iraqê bi palpiştîya yekîneyên hêzên Heşdi Şeibî di encama êrişeke hewayî da 46 têrorîst li du deverên Beac û Qeyrewanê kuştin û 4 maşînên wan ji wan 2 maşînên bombekirî jî rûxandin.

Artêşa Amerîkayê jî ragihand ku Ebûxetab Rawî fermandeyê leşkerî yê DAIŞ`ê di roja 18`ê vê mehê da di encama êrişa hewayî ya li şarê Qaim ê Iraqê da hat kuştinê.

 

Dayra ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî jî ragihand: Hêzên Heşdi Şeibî li dewama opêrasyona xwe li rojavaya parêzgeha Nêynewayê ku hevsînorê Sûrîyê ye, 2 gundên Rembosa Rojava û Rojhilat li bakûra devera Beacê azad kirin.

Hêzên Heşdi Şeibî roja înîyê jî baregeha leşkerî ya Şingalê li rojavaya şarê Mûsilê tam azad kirin û 4 gund û cadeya navbera Sincar-Beacê xistin bin kontrola xwe.

Li gorî nûçeyeke din, berpirsekî pilebilind ê hêzên Heşdî Şeibî îrao ragihand ku muftîyê şerî yê koma têrorîst a DAIŞ`ê di encama êrişeke hewayî li devera Beacê da hat kuştinê.

Cebar Meimûrî herwiha gto: Muftîyê şerî yê DAIŞ`ê li Beacê ligel 4 hevrêyên xwe hatin kuştinê.

Hêzên artêş û polîsên Iraqê îro karîn hin deverên din ên dagirbûyî li rojavaya Mûsilê azad bikin.

Fermandetîya opêrasyona Qadêmûn ya Nêynewayê jî îro ragihand ku hêzên artêş û polîsên Irqê karîn di encama opêrasyoneke nû da hejmareke deverên pişka rojavayî ya Mûsilê azad bikin.

Berdevkê hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê jî ragihand ku çend gornên komkî ên Êzidîyên ku bi destê têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştinê li bakûra rojavaya vî welatî hatin peydakirinê.

Kerîm Nûrî berdevkê hêzên Heşdi Şeibî ragihand ku hêzên Heşdi Şeibî îro berî nîvro dema azadkirina gundê Koço li bajarê Şingalê, 5 gornên komkî ên Êzîdîyan ku bi destê têrorîstên DAIş`ê hatine kuştinê peyda kirin.