May 26, 2017 14:15 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm: Bila rejîma Alê Xelîfe li Behreynê helwêstên xwe berçavan derbas bike

Serokê hevalbendiya neteweyî ya Iraqê bi giranî nîgeraniya xwe ya ji ber rewşa bi taluke ya li Behreynê diyar kir û xwest ku rejîma Alê Xelîfe li hember welatiyên vî welatî helwêsta xwe biguherîne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Seyd Emar Hekîm, serokê hevalbendiya neteweyî ya Iraqê, roja pêncşemiyê, li rûpela xwe ya li tora medyayî ya Instagramê nivîsî: Rejîma Alê Xelîfe, diviya bi pêkanîna baweriyê, rewşê li Behreynê aram bikira, lê bi hikmê zîndanê ya Şêx Îsa Qasim, kesayetiyê têkoşer ê olî û êrişa ser mala wî, rewşê aloztir kir.

Ketayiba Hizbullaha Iraqê jî li daxuyaniyekê ragihand: Êrişa ser Şêx Îsa Qasim, dûhatên xwe yên nebaş hene ku meriv nikare berûlayên wê kontrol bike û wê gelê Behreynê neçar bike, jibo berevaniya ji hebûna xwe li hember kuştina Şêx Îsa Qasim ku rejîam Alê Xelîfe hewl dide wê cih bîne, bi dû bijareyên din bigere.

Piştî êrişa hêzên Behreynê ser mala Şêx Îsa Qasim li navçeya Derazê, xelkê vî welatî xwenîşandan li dar xistin û polîs jî êriş bire ser xelkê ku di encamê de 5 kes hatin kuştin û zêde ji sed kes jî birîndar bûn û nêzîkî 300 kes jî hatin girtinê.