May 20, 2017 11:29 Asia/Tehran
  • Hişyariya serokwezîrê Iraqê derheq bandora dijberiyên siyasî li vî welatî

Serokwezîrê Iraqê ragihand: Dijberiyên siyasî di nav welêt de dibine sebeb ku dijmin xwe ji bo kiryarên terorîstî yên nû amade bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mewazîn News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Press konferansa xwe ya duh îniyê li Bexdayê bilî rexnekirina civînên li bara pêşeroja Iraqê ku li meha bihurî li Genevayê bi pêşniyara Amerîka û li Stanbolê bi pêşniyara Tirkiyê bi rê ket got: Gelê Iraqê van civînan qebûl naken ji ber ku ev civînên hanê bi palpiştiya saziyên istixbaratî yên navnetewî birê ketiye.

Wî bilî pîrozkirina serketinên vê dawiyê yên li Mûsilê got: Niha Iraqê li kutahiya şerê dijî terorîstan û azadkirina Mûsilê da ye û dersekî mezin daye terorîstan ku qet ji bîr naken.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarkirina ji aliyê Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Operasyona azadkirina pêgeha hewayî ya El Qiyarê, ji 18`ê Hezîrana buhurî ve hevgavê azadkirina El Şerqatê li parêzgeha Selaheddînê, dest pê bû.