Nunerê hevpeymaniya neteweyî li parlemana Iraqê: Heşdê şebî komployên Tirkiyê jibo parvekirina Iraqê bêencam kir
Nunerê hevpeymaniya neteweyî li parlemana Iraqê li bara biryara parlemanê bo dayîna daxûyaniyeke tund li bersiva gotinên vê dawiyê yên serokomarê Tirkiyê li bara Heşdê Şebî agahî da û got : Erdogan ji ber vê yekê ji Heşdê Şebî hêrsbûye ku van hêzana komployên wî ji bo perçekirina Iraqê bê encam kiriye.
Li gorî rapora Kurdpressê û ji zarê malpera nûçan a Kinoz Medyayê, Elî El-Bedîrî li hevpeyvîna rojnamevaniyê got: Parlemana nuneran, tawanên Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê bo Heşdê Şebî şermezar kiriye û dil heye daxûyaniyeke tund li bersiva tawanên hanê derxîne.
El-Bedîrî bal kişand ser vê yekê ku Heşdê Şebî beşek jimenzûmeya eskerî ya Iraqê tên hejmarê û jibo azadkirina bajarên Iraqê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê canê xwe gorî kiriye û got:Îhaneta li Heşdê şebî, îhaneta li hemî iraqiyan tê hesabê.
Wî bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye ji ber vê yekê ku Heşdê Şebî rexneyan digre ku ev hêz komployên jibo parvekirina Iraqê bêencam kiriye û got :Bexdayê hin belge di destê xwe de heye ku bi alîkariya dewleta Erdogan bo DAIŞ`ê û hêsankariya derbasbûna wan bo Iraqê selimand.