Adar 21, 2017 10:13 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî hin deverên din ên rojavaya Mûsilê azad kirin

Fermandarê opêrasyona `` Neynewa em wa tên`` ragihand deverên Nablos, Melûse, Karistana Ard, pompbenzîna Raşidî li rojavaya Mûsilê hatin azadkirinê.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, serleşker Evdulemîr Yarulah fermandarê opêrasyona Newynewa Em Wa Tên ragihand, hêzên iraqî li dewama pêşdaçûnên xwe li şerê dijî têrorîstan herwiha taxên Heydere, Cemasa û Meimelê li derdora devera Badoşê azad kirin.

Fermandarên hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê jî bal kişandin ser cihanîna opêrasyona alîkarî û rizgarkirinê li devera Badoşê û ragihandin, têrorîstên DAIŞ`ê nikarin ber bi Sûrîyê va birevin.

Li gorî vê raporê, piştî ku Badoş bi awayekî tam hat azadkirin û paqijkirinê, hêzên ewlehîyê bilî peydairin û kontrolkirina navenda sereke ya fermandarîya têrorîstan û kargehên çêkirina bombeyan, hin tûnêlên binerdî peyda kirin û dest danîn ser alavên muxabiratê û çend kompyoterên hilgirê lêzanînên girîng ên DAIŞ`ê ji wan navên serkirdên têrorîst û nexşeya liv û tevgerên wan li deverên hanê ne.

Hadî Amirî sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Bedir a Iraqê jî got: Cihanîna opêrasyona cida jibo azadkirina perravê rojavaya Mûsil û Teleferê pêwîst e.

Abûmuntezir Hisêynî rêvebirê opêrasyona navendî ya hêzên Heşdi Şeibî jî bal kişand ser mêhwerên pêşdaçûna hêzên Heşdi Şeibî ku li opêrasyona hevpar a ligel beşa Nehem a artêşa Iraqê cih hatîye û got: Qaremanî û fidakarîyên van hêzana li çend mêhweran, bûn sedema asêbûn û paşdaçûna têrorîstan.