Sibat 27, 2017 10:50 Asia/Tehran
  • Êrîşa serneketî ya DAIŞ`ê li ser Diyaleya Iraqê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê têk birin.

Li gorî rapora duşemiyê ajansa iraqî ya nûçeyan nasyar bi FANA`yê, li gorî ragihandina rayedarekî ewklehiyê yê Iraqê, hêzên artêş û ewlehiyê êrîşa têrorîstên DAIŞ`ê li ser navçeya El Ezîmê li bakurê El Beiqûbeya navenda parêzgeha Diyalê pûç kirin û bi dehan kes ji çeteyên DAIŞ`ê kuştin.

Li gorî vê raporê, bi gihîştina hêzên piştevan û îmkanên leşkerî yên artêşa Iraqê bo navçeya El Ezîmê, tevdîrên taybet ên ewlehiyê ji bo sekinîna li hemberî her cûre reaksiyonê li vê navçeyê pêk hatine.

Li vî halî li êrîşa hewayî ya Iraqê li ser rojavaya Mûsilê, bi dehan kes ji çeteyên koma têrorîast a DAIŞ`ê ji wan Eamr Mistefa El Hesen û Ehmed Esaf nasyar bi Ebu Hacer ji serçeteyên vê koma têrorîst hatin kuştin.

Rayedarekî ewlehiyê li parêzgeha Selahedîna Iraqê jî ragihand ku li pey êrîşa êvara yekşemiyê ya çeteyên DAIŞ`ê li ser bîrên niftê yên Elasê li rojhilata Tikrîtê, di navbera hêzên polîs û hêzên seferberiya gelanî ji alyekî va û çeteyên DAIŞ`ê ji aliyên di nav li navçeya El Elemê pevçûn derket.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê carna êrîşî ser navçeyekê ku kontrola wê ji dest daye dike da ku ji nû va wê dagir bike; Lê li êrîşên dubare jî tûşî şiekstê tê.