Sibat 27, 2017 09:03 Asia/Tehran
  • Kutabûna beşek ji opêrasiyona hêzên gelanî li Til Efera Iraqê

Berdevkê hêzên gelanî yên Iraqê qala bidawîhatina beşa yekem a qonaxa şeşem a opêrasiyona hêzên gelanî li rojava û rojhilata beşa Til Eferê li rojavaya Mûsilê kir.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Ehmed El Esedî berdevkê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku ji bilî rizgarkirina hezar û 200 welatiyên iraqî ji destê têrorîstên DAIŞ`ê, 12 gund bi rûbera 113 Kîlo Mêtrên çarkunc li beşa yekem a qonaxa şeşem a Opêrasiyona rojavaya Mûsilê hatine azadkirin.

El Esedî got: Armancên kutabûna qonaxa yekem a opêrasiyonê li rojava û rojhilata Til Eferê tam serê xwe girtine.

Li vî halî, Cewad El Teybawî berdevkê tevgera Ehlê El Heqê ya Iraqê - ji komên ser bi hêzê seferberiya gelanî yên Iraqê - bal kişande ser hewildana amerîkiyan ji bo derxistina çeteyên DAIŞ`ê ji bajarê Mûsilê û got ku belge û şehediyên bidesthatî eşkere dikin ku amerîkî dil hene sênaryoya alîkarîkirina DAIŞ`ê dubare bikin.

Berdevkê Tevgera Ehl El Heqê ya Iraqê destnîşan kir ku her çiqas ku xeleka dorpêçkirina DAIŞ`ê ji aliyê hêzên ewlehiyê, hêzên çekdar ên Iraqê û hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê li Mûsilê tengtir dibe, opêrasiyona Hêlîborna hêzêmn nasyar bi Hevpeymaniya Navneteweyiya dijkî DAIŞ`ê li navçeyên dorpêçbûyî zêde dibe.

Hin vîdyo li torên civakî hatine  weşandin ku nîşan didin firokeyên nenas dest bi Hêlîborna paraşûtvan anku Çetirbazan li navçeyên bin desthilata DAIŞ`ê dikin.