Sibat 25, 2017 20:54 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrê karên derve yê Erebistanê tev serokwezîrê Iraqê

Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê ku piştî nîvro ya îro gihêşte Bexdayê tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li daxûyaniya ku ji aliyê nivîsgeha serokwezîriya Iraqê hate weşandin îşareyî naveroka hevdîtina wezîrê karên derve yê Erebistanê û Ebadî nebûye tenê îşare bûye ku hema Cubêyr rasterast çûye seredana serokwezîrê Iraqê.

Li gorî dîmenên vê hevdîtinê, wisa diyar e ku li hevdîtina wezîrê karên derve yê Erebistanê û Ebadî hinek ji şexsiyetên siyasî yên Iraqê ji wan Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê jî amade bûye.

Ebadî û Cubêyr li ser girîngîya hevkarîya zêdetir jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê û hizrên wan ku bandorê li navçê û dinyayê dikin, sekinîn.

Adil Cubêyîr çaxê gihêşte Bexdayê li dewsa ku edetên dîplomatîk pêk bîne û tev Îbrahîm Ceferî hevtayê xwe yê Iraqî hevdîtinê pêk bîne, hema raste rast tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî.