Cotmeh 27, 2016 11:59 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî gihêştine ber deriyên Mûsilê

Serfermandariya hevpar a hêzên Iraqê ragihand ku hêzên iraqî li berdewamiya operasiyona azadkirina Mûsilê niha gihêştin ber deriyên Mûsilê û tişt nemay ku bikevin nav vî bajarî.

Malpera El-Furat Newsê nivîsiye ku serfermandariya hêza polîs fedral a Iraqê îro ragihand ku polîs piştî azadkirina gundên derdora Mûsilê niha gihêştine vî bajarî û amade ne ji bo ku bikevin nav bajêr.

Li vê navberê de serfermandariya hevpar a hêzên Iraqê jî ragihand ku hêzên iraqî li şerê xwe li dij terorîstên DAIŞ`ê gihêştine taxên derdora bajêr ku heya navenda Mûsilê 4 kîlometran dûr in.

Berdevkê hêzên giştî yên çekdar ên Iraqê Yehya Resûl got: Serkevtin û deskevtên ku hêzên iraqî li deh rojên despêkê yên operasiyona azadkirina Mûsilê bi dest xistine pir bi nirx û hêja ne û niha ew gihêştine çend kîlometriya bajarê Mûsilê.

Yehya Resûl herwiha got: Hêzên li dij terorîzmê ên Iraqê niha li rojhilata Mûsilê taxek azad kirine ku taxa herî ewil ya vî bajarî ye.