Îlon 26, 2016 09:54 Asia/Tehran
  • Piştperdeya bicihbûna serbazên Tirkîyê li axa Iraqê

Berpirsên iraqî dibêjin ku armanca pişt perdê ya bicihbûna serbazên Tirkîyê li axa Iraqê, perçekirina vî welatî ye.

Li gorî rapora Fars News`ê, Muwefeq Rubêyî endamê Komsyona Ewlehî û berevanîyê ya parlimana Iraqê bi daxûyanîyekê liv û tevgerên nû yên Tirkîyê jibo cihanîna plana perçekirina Iraqê aşkira kirin û li bara xerezên Enqerê di vî warî da li ser pêwîstîya seferberîya gelanî li opêrasyona azadkirina Mûsilê sekinî.

Di vî halî da Selam Malikî parlimanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê hebûna serbazên Tirkîyê nav axa Iraqê binpêkirina aşkira ya serwerîyê û destwerdana aşkira li karên navxweyî yên Iraqê bi nav kir û got ku sersarîya Tirkîyê li hemberî vexwendinên bi caran ên Iraqê û civaka navnetewî jibo derxistina hêzên Tirkîyê ji axa Iraqê, komploya Enqerê jibo perçekirina Iraqê bi hevdengîya ligel hin alîyên sîyasî li vî welatî diselimîne.

Ehmed Samirayî nivîskar û rojnamevanê iraqî jî dibêje ku hebûna alîyên sîyasî li nav parêzgeha Nêynewayê ku armancên hevpar bi Tirkîyê ra hene, hokara sereke ya şandina hêzên tirk nav axa Iraqê ye.