Tebax 24, 2016 08:11 Asia/Tehran
  • Ebadî: Îsal sala kutahiya DAIŞ`ê li nav Iraqê ye

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku bernama sereke ya dewletê azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstî ya DAIŞ`ê ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadî li Press konferansa xwe ya duh sêşemê li Bexdayê got ku sala 2016`an sala azadiya Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ye û ji hemûyan xwest ku piştevaniya hêzên iraqî bikin.

Ebadî li bara siyaseta vê dawiyê ya kurdan li bara pêşeroja Mûsilê jî destnîşan kir; Li vê barê pêwîst e hemû mentiqa qanûna bingehîn a Iraqê berçav bigrin, ne ku mentiqa zorê., ji ber ku li nav Mûsilê ereb, kurd, turkeman, êzdî, xirîstiyanî, şebek, şîe û sunnî  dijîn û wan li îdara Mûsilê amfên xwe hene.

Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku parêzgeha Nêynewayê, yekparçe û Mûsil neynewayî dimîne û destnîşan kir; Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê hemî arxayîn kirine ku bi dû berfirehkirina axa vê herêmê nîne.

Ebadî li bara hêzên pişkdar li operasiyona azadiya Mûsilê jî got: Li vê operasiyonê hemî hêzên iarqî ji seranserî Iraqê pişkdar in û hemî dixebitin ta ku parêzgeha Nêynewayê û navenda vê parêzgehê yanî bajarê Mûsilê û xelkê vî bajarî ji destê terorîstan azad bikin.

Ebadî li bara pirosa xebata dijî gendeliyê li nav Iraqê jî got: Bona nasandina gendelên abûrî û zeftkirina mal û daratiya wan li derveyî Iraqê, pêwîstiya bi hevkariya navnetewî heye û ev daxwaza jî hatiye kirin.