Mijdar 19, 2020 09:54 Asia/Tehran
  • 120 salan beriya niha derbarê roja îro ya me çi difikirîn?

Fîzîkzanê nasyar, Nîlz Bor demekê gotibû: Pêşbînî dijwar in, bi taybet dema ku derbarê pêşerojê bin.

Sala 1900î, hevdem digel lidarxistina Pêşangeheke cîhanî ya binavûdeng li Parîsê, hin kartên postal bi piştgiriya aborî ya Kompaniyeke çêkirina cîgareyan hat weşandin û li nav pakêtên cîgareyê hatin bicihkirin. Navê van kartpostalan "Ransa di sedsala 21ê da" bû. Dîmenên balkêş li ser van kartpostalan hatibûn xêzkirin.

Balkêş e bê zanîn ku Îzak Asîmof tenha kes bû ku seta tam a 87 Kart postalên qedîmî di destê wî da hebû. Wî sala 1986an pirtûkeke wêneyî wweşand û ev kartpostal têda weşandin.

Wî jibo her kartpostalekê tiştek nivîsî, pesna şêwaza fikra wênesaz û şiyana wî ya xeyilînê da û nîşan da ku çi beşek ji her pêşbîniyeke wî rast derketiye.

Serepeyv