Çile 18, 2021 11:40 Asia/Tehran
  •  Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 95 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 95 milyonî derbas bû.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 95 milyonî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, di şewba ku li bajarê Wuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket û belayî tevahiya dinyayê bû da jimara pêketiyên

tesbîtkirî derket 95 milyon û 7 hezar û 57an.

Welatê ku lê herî zêde pêketî hene, bi 24 milyon û 306 hezar û 43 pêketiyan va Amerîka ye.

Piştî Amerîkayê bi 10 milyon û 558 hezar û 710an va Hindistan, 8 milyon û 456 hezar û 705an va Brezîlya, 3 milyon û 568 hezar û 209an va Rûsya, 3 milyon û 357 hezar û 361an va Îngiltere, 2 milyon û 894 hezar û 347an va Fransa, 2 milyon û 380 hezar û 665an va Tirkiye, 2 milyon û 368 hezar û 733an va Îtalya, 2 milyon û 252 hezar û 164an va Îspanya, 2 milyon û 38 hezar û 645an va Almanya, milyonek û 891 hezar û 34an va Kolombiya, milyonek û 791 hezar û 979an va Arjantîn, milyonek û 630 hezar û 258an va Meksîka, milyonek û 429 hezar û 612an va Polonya, milyonek û 325 hezar û 659an va Afrîkaya Başûr, milyonek û 324 hezar û 395an va Îran, milyonek û 154 hezar û 692yan va Ukrayna û milyonek û 60 hezar û 567an va Peru tê.

Li tevahiya dinyayê ji ber Kovîd-19ê 2 milyon û 32 hezar û 106 kes mirin, 67 milyon û 826 hezar û 998 kes ji vîrusê filîtîn û baş bûn.

 

 

Serepeyv