Kanûn 11, 2020 13:12 Asia/Tehran
  • Hêzên çekdar ên Tirkiyê li kolanên Bakûyê meşa leşkerî li dar xist

Hêzên artêşa Tirkiyê piştî şandina bo Komara Azerbaycanê meşa leşkerî li nav kolanên Bakûyê li dar xist.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Hêzên çekdar ên Tirkiyê ku di çarçova lihevkirina sêalî  digel Rûsiye û Komara Azerbaycanê jibo bicihbûna li navçeya Qerebaxa çiyayî piştî şerê Komara Azerbaycanê û Ermenistanê bo Komara Azerbaycanê hatine şandin, meşa leşkerî li nav kolanên Bakûyê li dar xistin. Hêzên artêşa Tirkiyê di vê meşê da dirûşmeya "Veten, Canê min fîdayî te be" bilind kir.

Twittera fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi weşandina fîlmekê ji meşa hêzên çekdar ên Tirkiyê li nav kolanên Bakûyê ew wek "Leşkerên tirk kolanên Bakûyê hejandin" daye wesifandin.

 

Serepeyv