Kanûn 04, 2020 08:55 Asia/Tehran
  • Komara Azerbaycanê hejmara leşkerên li Qerebaxê hatine kuştin aşkere kir

Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê aşkere kir ku di şerê li Nagorno-Qerebaxê de 2 hezar û 783 serbazên wan hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya komara Azerbaycanê daxuyaniyek belav kir û amarên şerê li gel Ermenistanê yê li herêma Nagorno-Qerebaxê belav kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di encama şerê Qerebaxê de 2 hezar û 783 serbazên Azerbaycanê hatine kuştin û hezar û 245 serbaz jî birîndar bûne.

Herwiha hatiye ragihandin, heta niha nasnameya 103 serbazan nehatiye diyarkirin û zêdetir ji 100 serbaz jî winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Wezareta Berevaniyê ya komara Azerbaycanê diyar kiriye ku nasname, nav û pileyên serbazan dê paşê ji raya giştî re eşkere bike.

Berdevka Wezareta Dadmendî ya Ermenistanê Alina Nikoghosyan jî roja 14ê meha derbasbûyî di daxuyaniyekê de aşkere kir, “Niha li gel cenazeyên nehatina naskirin, bi giştî 2 hezar û 317 cenazeyên leşkeran li saziya pizişkiya dadî hene.”

Qonaxa nû ya şer û aloziyên di navbera Ermenistan û komara Azerbaycanê li ser herêma Nagorno Qerebaxê, 26ê Îlona îsal ve destpê kiribû.

Artêşa Azerbaycanê di demeke kurt de gelek navçeyên wê herêmê û navçeyên ku di şerê salên 90î yên sedsala borî de ketibûn destê Ermenistanê, ji kontrola hêzên Ermenî derxistin.

Roja 10ê Mijdara 2020an, bi serpereştiya Rûsyayê, Lomara Azerbaycan û Ermenistanê dawî li şerê li ser herêma Nagorno Qerebaxê anîn û agirbest ragihandin.

Serepeyv