Mijdar 30, 2020 11:21 Asia/Tehran
  • Li paytexta Erîtreyê 6 teqîn pêk hatin

Balyozxaneya Amerîkayê ya li paytexta Erîtreyê ragihand ku li bajêr 6 teqîn pêk hatine û piştrast kir ku hîna sedem û cihên teqînan ne diyar in.

Li gorî balyozxana Amerîkayê ya paytexta Erîtreyê, Esmereyê, piştî ku serokwezîrê Etiyopyayê Ebî Ehmed ragihand ku artêş ketiye bajarê Mikkeli ku paytexta herêma Tigrayê ye, duh li paytexta Erîtreyê 6 teqîn pêk hatin. Sedem û cihên teqînan hîna ne diyar e.

Balyozxana Amerîkayê li ser Facebookê wiha da zanîn: “28`ê Mijdarê li bajarê Esmereyê 6 teqîn pêk hatin.”