Cotmeh 23, 2020 20:47 Asia/Tehran
  • Trump biryara derxistina Sûdanê ji lîsteya dewletên ku piştgiriya terorê dikin îmze kir

Li gorî Konseya Serweriya Demkî ya Sûdanê, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump biryara rakirina Sûdanê ji lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorê bi fermî îmze kir.

Konseya Serweriya Demkî ya Sûdanê, di agahdarnameyekê de ku li ser rûpela xwe ya facebookê parve kiriye got: "Îmzekirin bi awayekî fermî ji aliyê Trump ve pêk hat. Piştî çend kêliyan wê were ragihandin."

Di agahdarnamê de, ev roj bi "Rojeke dîrokî ji bo Sûdan û şoreşa wê ya pîroz" hate binavkirin.

Donald Trump roja duşema borî li ser hesaê xwe yê twîtterê got: "Hikumeta nû ya Sûdanê pêşketinan pêk tîne û qebûl kir ku 335 milyon dolar bide qurbaniyên terorê û malbatên wan. Heger Sûdan vê bide ez ê navê wê ji lîsteya  dewletên ku piştgiriyê didin terorê derxînim. Ji gelê Amerîkayê re edalet, ji Sûdanê re gaveke mezin."

Çakvaniyekî ji hikumeta Sûdanê ji Sky News Arabia re got, pereyên ku ji bo tezmînata mexdûrên terorê tê xwestin ji Washingtonê re hatine veguhastin.

Serepeyv